Here naverokê

Mehmet Hayri Durmuş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mehmet Xeyrî Durmuş hat beralîkirin)
Mehmet Hayri Durmuş

Mehmet Hayri Durmuş (jdb. 1955an - m. 14ê tîrmeha 1982an) nojdar û siyasetmedarekî kurd bû ku di sala 1978an de yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû.[1][2]

Mehmet Hayri Durmuş di sala 1955an de li Çewlîgê jidayik bûye. Perwerdehiya wî yê dibistana sereke, dibistana davîn û lîseyê li Çewlîgê qedandiye. Dûr ve di Zanîngeha Bijîşkî ya Hacettepe, li Enqereyê mezûn bûye.[3]

Li Enqere jî dixwaze beşdarî sazîyên Şoreşgerên Kurdistanê bibe. Di sala 1977an de dev ji zanîngehê ber dide û vedigere Kurdistanê.[3] Li Riha, Mêrdîn û Amedê xebatên xwe dest pê dike û bi rewşenbîrên din ên kurd têkîliyan çê dike.[2] Piştî yekîtiya bi rewşenbîrên kurd re, di 30ê tîrmeha 1978an di gundekî navçeya Licêyê bi navê Fîs, daxuyaniyekê di derbarê damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê de didin.[2] Ew yek ji kesên endamê konseya birêvebir ya navendî tê hilbijartin.[2] 12ê îlona 1980ê di çaxê derbeya leşkerî li Tirkiyeyê, rêhevalên wî Cemîl Bayik û Ehmed Bayik deşîfre dibin û xwe ji qadê paşve dikişînin, lê berpirsiyarê PKKê ya parêzgeha Mêrdînê, Ferhat Kurtay, tê binçavkirin.[1]

Endamên konseya birêvebir ya PKKê, bi mebesta Kurdistanekê yekgirtî tevdigeriyan. Mehmet Hayrî, yek ji pêşengên Zîndana Amedê bû.[2]

Ji kadroyên sazî û mankarên Partiya Karkerên Kurdistanê Durmuş di rojiya mirinê ya 14ê tîrmeha 1982an de şehîd dibe. Durmuş û hevalên xwe li dijî rêzanî û pêkanînên derveyê mirovahî bîryar girtin ku dest bi rojiya mirinê bikin, li gel vê jî di 14ê tîrmeha sala 1982an de çalakîya rojiya mirinê dest pê kiriye.[1] Gorî hin çavkaniyan, cihê şehîdbûna wî nêzîkî Düzağaç, Çewlîgê bû.[1]

  1. ^ a b c d Ad 1 (7 tîrmeh 2023). "Hayri Durmuş'un 41 yıl sonra gün yüzüne çıkan mektubu". Avrupa Demokrat – Sansüre inat! (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  2. ^ a b c d e "Hayri Durmus'un Siyasi Savunmasi". www.saradistribution.com. Roja gihiştinê 31 adar 2026.
  3. ^ a b "Kürt uyanışının unutulmaz ismi Hayri Durmuş: Ben herkese ilaç olmak istiyorum". mezopotamyaajansi35.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.[girêdan daimî miriye]