Zaza
| Gelhe tevahî | |
|---|---|
| 2,000,000 - 3,000,000 | |
| Herêmên ku lê şêniyên sereke ne | |
| 2 milyon | |
| | 300.000 |
| Ziman | |
| Zazakî | |
| Baweriya dînî | |
| Îslam û elewîtî | |
| Têkildarên komên etnîkî | |
| Zaza Soran, kurmanc, goran, kurdên Başûrê, kurdên Anatolyayê | |
Zaza, dimilî, kirmanc yan jî kird, kurdên[1][2][3][4] ku bi kurdîya zazakî (kirdkî, kirmanckî, dimilî) dipeyivin û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê dijîn.[5][6][7][8][9]
Deverên ku Zaza lê dijîn
Zaza bi taybetî li van bajaran dijîn, lê di van demên dawî de gelek ji wan ji ber zordariya Kurdistan koçî Ewropayê bûne:[çavkanî hewce ye]
Nav

Çend nav hene ji bo xelkê zazakîaxiv.
- Kird: Pir yê xelkên zazakîaxiv li Çolîgê û Amedê bi xwe re dibêjin "kird". Melayê Ehmedê Xasî ev terimê bikar anî.
- Zaza: Pir yê xelkê Xarpêtê, Paloyê, Sarîzê û hin ê Koçgirîyê vê terimê bikar tînin, û ji zaravaya xwe re dibêjin zazakî.
- Kirmanc: Li herêmê Dêrsimê pir tê bikaranîn. Du mane hene, ya ji bo kurdên elewî (hem kurmancîaxiv hem jî kirmanckîaxiv) tê bikaranîn, yan jî bo gelê kurdan.
- Şarê ma: Pir yê herêmê Dêrsimê û Vartoyê bi xwe re dibêjin "şarê ma" û ji zimanê xwe re dibêjin "kirmanckî". Lê ew "şare ma" tenê ji bo kurdên elewî (hem kurmancîaxiv hem jî kirmanckîaxiv) tê bikaranîn.
Ne hemû ev terim dikarin bi hev re werin bikaranîn. Bo nimûne, kalên elewî red kirin ku wekî zaza bên binavkirin ji ber ku ev nav bi misilmanên sunnî ve girêdayî ye. Ew kesên ku ji bo cudabûna zazayan ji kurdan parêzvaniyê dikin hema hema bi tevahî terima zazakî bi kar tînin, lê belê îfadeyên kirmanckî an kirdkî di çavkaniyên bi kurdîrêber de pirtir in. Saziya pêşeng a standardkirina zazakî, koma Vate, bikaranîna kirmanckî tercîh dike, piştî wê jî zazakî di nav parantezan de dike.[10]
Kokên navê Zaza
Gotara bingehîn: Zozanê kurdan
Termînolojiya Zaza ne nû ye û bi sedsalan e tê bikaranîn. Lêbelê, ew di nav axaftvanên zazakî de bi awayekî gerdûnî nehatiye bikaranîn û bi piranî bi yek an hejmareke sînorkirî ya eşîran ve sînordar bûye. Mesela li belgeyên Osmanan, terima Ekrad-i Zaza li kêlekê eşîrên din yên kurdan tê bikaranîn.[11] Ji ber vê yekê, ew di nav hemî axaftvanên Zazakî de termek nisbeten nû ye.[12]
Gelek zanyar dibêjin ku Zaza ji kurdên din e ku tê wateya ker, an jî kesekî ku bi awayekî nefam diaxive.[13] Lêbelê, ev yek ji hêla Kurdolog Qanatê Kurdo ve tê nîqaş kirin, ku dibêje komek ji mirovan li Bahdînanê jî wekî Zaza têne binav kirin, û çavdêriyên fonolojiya Zazakî ramanên pêşdaraziyê yên li ser zimanê Zazakî red dikin. Ev yek nîşan dide ku ev term ji navkirinek berfirehtir tê. Ew dibêje ku ev navkirina berfirehtir "Zawzan el-Akrad" (Zozanê kurdan) e û ji ber vê yekê terma Zaza qutkirinek vê termê ye.[14]
Kokên navê Dimil

Gotara bingehîn: Dunbulan (eşîr)
Hejmarek lêkolîner destnîşan dikin ku koka xwenavkirina "Dimilî" ji eşîra Dunbulan tê. Eşîra dunbulî (yan jî dumbulî, dimilî, dumila û dumiliyan) eşîreke mezin ê kurdan e. Li herêmên Amedê, Çewlîgê, Mêrdînê, Rihayê û Xoyê û Salmasê yên Rojhilata Kurdistanê bi dîrokî û niha hene.
Ev girêdan bi gelek delîlan tê piştgirîkirin, di nav de karanîna têgehên Dummel yan Zaza li Kurdistanê ji bo eşîra Dunbuli, tomarên dîrokî yên eşîra dunbulî ku di dema Şah Îsmaîl de koçî Dêrsimê kirine, û delîlên belgekirî ku eşîra dunbulî li Paloyê bi zazakî diaxivîn.[15] Li hin herêman, hîn jî têgeha dunbulî ji bo Zazayan tê bikar anîn. Bikaranîna terman di erdnîgariyê de jî li hev dicivin. Li gorî vê nêrînê, dibe ku têgeha Dimilî ji navê Dunbulî (ku wekî Dumbulî jî tê nivîsandin) were, ku eşîreke Kurd e ku ji sedsala 12-an vir ve belgekirî ye.[16]
Karl Hadank, li xebatekê xwe mezin "Mundarten der Zaza" (1932) dibêje ku terima zaravaya dimilî û eşîra dimilî tu têkil tine. Ew dibêje ku dunbulî bi piranî li deverên derdora Xoy û Salmasê dijîn, û dê texmînek ecêb be ku meriv bibêje ku eşîra dunbulî dê ji Xoyê ber bi deverên mîna Paloyê ve were veguhastin.[17] Lêbelê, eşkere ye ku eşîra Dunbulî li seranserê Bakurê Kurdistanê jî belav bûye.
Lokasyona cografîk

Herêmên ku kirmanc (zaza) tê de dijîn; Çewlig (Bingöl), Dêrsim (Tunceli), Erzingan (Erzincan), Erzirom (Erzurum), Barbut (Bayburt), Qers (Kars), Mûş, Xarpêt (Elazığ), Diyarbekir, Ruha (Urfa), Semsûr (Adıyaman), Bedlîs (Bitlis) û Sêrt (Siirt) e. Dîsa, li hinek bajarên Tirkîyê, wek Qeyserî (Kayseri), Nigde, Gümüşhane û Sêvazê (Sivas) ji mensûbên ve grûbê hene. Di van herêman de kirmanc tenê li Dêrsim û Çewligê piranî ne, li cîyên din ji kurmancan kêmtir in.
Dîn û ayîn
Kurdên ku lehça wan kirmanckî (zazakî) ye, ji alîyê dînî de du beş in: Misilmanên sunî û elewî. Meriv ku xeta Xarpêt û Mûşê esas bigire, başûrê wê xetê sunî, bakurê wê jî elewî ne. Yek îstîsna Bongilan (Solexan) a Çewlîgê ye. Qismek ji vê qezayê li bakûrê xetê ye û sunî ye.
Mijarên têkildar
Çavkanî
- ^ JoshuaProject, "Kurds"
- ^ Dr. Orville Boyd Jenkins (2005), "The Kurdish Peoples"
- ^ Jacques Leclerc (2014), Turquie
- ^ Terry Lynn Todd (1985), A Grammar of Dimili (also known as Zaza), Michigan, p. vi: "Speakers of Dimili are Kurds psychologically, socially, culturally, economically, and politically."
- ^ Bedirxan, Celadet (1933) “Zarê Dumilî û Mewlûda 'Usman Efendî” Hawar, Hejmar: 23, 25 tîrmeh (temmuz) 1933, r. 1-6 "Zarê dumilî: Ev zar zimanê kurdên dumilî an zaza ne. Kurdên dumilî di welatê jorîn di rojavayê wî welatî de rûniştî ne."
- ^ "Dr. Orville Boyd Jenkins, "The Kurdish Peoples"". Ji orîjînalê di 25 îlon 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 gulan 2013.
- ^ Krisztina Kehl-Bodrogi, "Wir sind ein Volk"
- ^ [1] Prof. Dr. Garnik Asatrian, "Dimlī", Encyclopedia Iranica
- ^ [http://www.iranicaonline.org/articles/kurdish-language-i, Prof. Dr. Ludwig Paul "History of the Kurdish Language"
- ^ Mahîr Dogan: 8 Problems in Zazakî nomenclature
- ^ "Osmanlı Coğrafya Ki̇̇taplarında Zazalar • Dergi̇ İ̇çeri̇kleri̇". kurttarihidergisi.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 28 hezîran 2026.
- ^ "THE ZAZAS: A KURDISH SUB-ETHNIC GROUP OR SEPARATE PEOPLE?". Zazaki.net (bi tirkî). 14 adar 2012. Roja gihiştinê 28 hezîran 2026.
- ^ Bright, W. (1992). International Encyclopedia of Linguistics: Expl-Moot. United Kingdom: Oxford University Press, p. 231
- ^ K. Kurdoyev (Qanatê Kurdo) A Brief Historical and Ethnographical Essay on the Zaza Kurds. Preface and Publication by Z.A. Yusupova (2014) (К.К. Курдоев Краткий историко-этнографический очерк о курдах заза)
- ^ Bozarslan, Hamit; Gunes, Cengiz; Yadirgi, Veli (2021). The Cambridge history of the Kurds. Cambridge University Press. pp. 666–668. ISBN 978-1-108-47335-4.
- ^ Karim, Shuan Osman; Gholami, Saloumeh, eds. (2024). Gorani in its historical and linguistic context. Trends in linguistics mdocumentation. de Gruyter Mouton. p. 253. ISBN 978-3-11-116868-5.
- ^ Hadank, Karl (1932). Mundarten der Zâzâ, Hauptsächlich aus Siwerek und Kor. Berlin: Walter de Gruyter, p. 2-5