Here naverokê

Slovakya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Slovenská republika
Komara Slovakyayê

Ala

Nîşan
Sirûda netewî: Nad Tatrou sa blýska
Agahiyên gelemperî
PaytextBratîslava
48°09′Bk 17°07′Rh / 48.150°Bk 17.117°Rh / 48.150; 17.117
Bajarê mezinBratîslava
Zimanên fermîZimanê slovakî
Sîstema siyasîKomarî
Serokdewlet
Serokwezîr
Zuzana Čaputová
Eduard Heger
DiravEuro (EUR)
DemUTC+1
Koda telefonê+421
Nîşana înternetê.sk
Rûerd û Gelhe
Rûerd
Giştî
Av (%)
49.035 km²
kêm
Gelhe
Giştî (2009)
Berbelavî
5.463.046 kes
111,4 kes/km²
Serxwebûn
Serxwebûn- 28ê çiriya pêşîn 1918 ji Awistriya-Mecaristan
- 1ê kanûna paşîn 1993 ji Çekoslovakya

Slovakya (bi zimanê slovakî: Slovensko) an jî Komara Slovakyayê (bi slovakî: Slovenská republika) welatekî parzemîna Ewropayê ye ko ji welatên Ewropaya Navendî tê hesibandin. Li bakur hevsiya Polonyayê, li bakurê rojava hevsiya Çekya û li başûr hevsiya Mecaristanê ye.

Rûberê wê 49.035 km² ne. Paytexta wê bajêrê Bratîslava ye ko mezintirîn bajarê welat e.

Eşîretên slovakî li sedsala 6ê li welatê Slovakyayê akincîbûn. Li sedsala 10ê piraniya deverên wan kevtin bin destê Mecariyan û ev rewş heta nêzî 1000 salan berdewam bû. Dema li sala 1526ê Mecaristan bi tivavî kevt bin destê Împeratoriya Osmanî, Slovakya her di destê macariyan da ma û Bratîslava (ko hingî navê wê Pozsonî bû) bû paytextê nû yê Împeratoriya Habsburgê. Zordariya Mecariyan ji Slovakyan dixwest ko dest ji ziman û hebûna xwe ya neteweyî berbidin. Serhildana netewî ya slovakiyan lidijî wê zordariyê dest pêkir û li tevaya sedsala 18 û 19ê berdewam bû. Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, dema li sala 1918ê çêkiyan xweseriya xwe ragihandî, slovakiyan jî xwe da gel wan û herduan bi hevra Çekoslovakyayê pêkanî. Di komara nû pêkhatî da jordestiya çêkiyan hebû û ev li dilê slovakiyan giran bû. Wan li sala 1939ê, hema berî destpêbûna Şerê Cîhanî yê Duyem bi seroktiya Jozef Tiso xweseriya xwe ragihand. Tîsoî bixêrhatina leşkirê Hitlerî kir. Li sala 1945ê Komara Çekoslovakyayê vejîve. Heta sala 1993ê ko her du gelên slovakî û çêkî bi awayekê gelek aştiyane û bê xwînrêhtin jihev cida bûn, wan herduan li ser pirsên aborî û siyasî hev nedigirt û Komara Çekoslovakyayê her wekî du komarên xweser bû.

Nexşeya Satelîtê Erdnîgariya Slovakyayê

Slovakya bi welatekê kûstanî û çiyayî hatiye niyasîn. Çiyayê bilind ê Tatra ko yek ji çiyayên Zincîra Çiyayên Karpatî ye, li kopîtka Gerlachovsky nêzî 2.655 m bilind e. Lê başurê rojhava ya welatî deştên nevî yên rûbarê Danûb pêkdiînin. Ev rûbar parek ji sînorê digel welatê Mecaristanê ye.

Rêl û daristan 40 ji sedê ji rûberê welatî vedigirin û hêlîna rûvî, gurg, kûşik û kêrvoşikan e.

Zivistanên Slovakyayê sar û havînên wê germ in.

Gelê Slovakyayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nexşeya komên etnîken Slovakyayê

Hêşeta Slovakyayê li goreyê berisandin (texmînandin) a sala 2004ê, nêzî 5.423.567 kesan e. 17 ji sedê ji hêşeta welatî zarokên ji 15 saliyê biçûktir in.

Zimanê fermî yê Slovakyayê zimanê slovakî ye ko ji bo 85% ji xelkî zimanê zikmakî ye. Ev ziman gelek ji zimanê çêkî nêzîk e. Mecarî deh ji sedê ji hêşeta Slovakyayê pêkdiînin.

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]