Zimanê aramî

Zimanê aramî (bi suryaniya klasîk: ܐܪܡܐܝܬ arāmāˀiṯ) yek ji zimanên samî yên bakurê rojava ye ku li herêma Şama kevnare derketiye holê û bi awayekê bilêz belavê herêmên wekê Mezopotamya, başûrê Şamê, nîvgirava Sîna, Bakurê Kurdistanê, Qefqasya û Erebistana Rojhilat bûye[1] ku li van herêman zêdetirî sê hezar salan bi berdewamî bi formên cuda hatiye nivîsandin û hatiye axavtin.
Di heyama sedsalan de nêzîkî hevdeh zimanên nû yê aramî ji zimanên aramî yên klasîk pêş ketine. Nêzîkî 550.000 heta 850.000 axaftvanên zimanê aramî hene ku piraniya wan ji baweriya cihû, xiristiyan an mendayî ne û hinek ji wan jî xwedî baweriya îslamê ne.[2]
Herêmên belavbûna resen zimanê Kurdistan, Iraq, Îran, Îsraêl, Libnan û Sûriyeya yên îro ye. Di heman demê de zimanê aramî li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji zimanên fermî yê herêmê ye. Bi rêya pêvajoyên koçberiyê (rev, bicihbûn, koçberî), axaftvanên zimanên aramî di destpêkê de gihîştine herêmê û di demên dawî de jî bi giranî axavtvanên zimanê aramî koçê welatên Ewropaya Bakur, Navend û Rojava, Amerîkaya Bakur û Başûr û koçê Awistralyayê bûne.
Lêkolîna zanistî ya di warê lêkolînên zimanê aramîkî ye ku pir caran beşek ji lêkolînên zimanên samîtîk ên li zanîngehan e. Aramiya rojavayî ya klasîk zimanê zikmakî yê Îsa yê Nisretî (pêxemberê xisirtaniyê) bû.[3]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Thompson, Andrew David (31 çiriya pêşîn 2019). Christianity in Oman. Springer. r. 49. ISBN 9783030303983.
- ↑ Huehnergard, John; Rubin, Aaron D. (2011). "Phyla and Waves: Models of Classification of the Semitic Languages". Bi Weninger, Stefan (edîtor). The Semitic Languages: An International Handbook. Berlin: De Gruyter Mouton. rr. 259–278. ISBN 978-3-11-018613-0.
- ↑ "Aramaic language". Encyclopædia Britannica. 10 nîsan 2024. Roja gihiştinê 10 gulan 2024.